Netanyahu gef xwar ku wê her serokekî Îranê ‘bi şexsî’ bike armanc

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, piştî êrîşên dijwar ên Îranê yên li ser Îsraîlê, gef xwar ku wê her rêveberekî Îranî "bi şexsî bike armanc".

Netanyahu roja yekşemê diyar kir ku Îsraîl dê serokên Komara Îslamî, bi taybetî jî endamên yekîneyên bijarte yên Pasdarên Şoreşê "bi şexsî bike armanc".

Serokwezîrê Îsraîlê li bajaroka Aradê ya li başûrê Îsraîlê ku rojek berê bibû armanca êrîşên mûşekan axivî û wiha got: “Em ê êrîşî rejimê bikin. Em ê êrîşî Pasdarên Şoreşa Îslamî, vê çeteya sûcdar bikin.” Netanyahu got, “Û em ê serokên wan, tesîsên wan û milkên wan ên aborî bi şexsî bikin armanc.”

LI ÎRANÊ BINESAZİYA AV 3U ENERJİYÊ ZIRAREKE MEZIN DÎT

Wezîrê Enerjiyê roja yekşemê li Tahranê ragihand ku binesaziya av û enerjiyê ya Îranê di encama êrîşên DYA-Îsraîlê de zirareke giran ditiye.

Li gorî nûçeya ajansa Isna’yê, Wezîrê Enerjiyê yê Îranê Abbas Aliabadi got: “Binesaziyên girîng ên av û elektrîkê yên welat, di encama êrîşên terorîstî û sîber ên ji aliyê DYA û rejîma Siyonîst ve pêk hatine de, zirareke giran dîtine.”

Aliabadi diyar kir ku “Êrîşan bi dehan tesîsên veguhastin û parzûnkirina avê kirine armanc û beşek ji torên dabînkirinê yên krîtîk wêran kirine,” û anî ziman ku xebatên ji bo sererastkirina zirarê berdewam dikin.

SEROKÊ MECLÎSA ÎRANÊ GEFA WÊRANKIRINA BINESAZİYÊN JİYANÎ XWAR

Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Galîbaf jî gef xwar ku eger DYA û Îsraîl êrîşî binesaziya Îranê bikin, ew ê hemû binesaziyên jiyanî yên li herêmê wêran bikin.

Galîbaf got: “Gava ku santralên elektrîkê û binesaziyên welatê me bibin armanc, hemû binesaziyên jiyanî, tesîsên enerjî û petrolê yên li herêmê wekî armancên rewa werin qebûlkirin û bi rengekî ku vegera wan nebe werin tunekirin.” Galîbaf her wiha destnîşan kir ku êrîşên bi vî rengî dê bihayê petrolê “bi herdemî” bilind bike.

WHO'YÊ DERBARÊ TESÎSÊN NUKLEERÎ DE HIŞYARÎ DA

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC/WHO), roja yekşemê di daxuyaniyekê de diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn bi êrîşên li nêzî tesîsên nûkleerî yên li Îran û Îsraîlê ketiye “qonaxeke xeternak”.

Dîrektorê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da û got: Êrîşên ku tesîsên nûkleerî dikin armanc, ji bo tenduristiya gel û ewlehiya jîngehê gefeke her ku diçe mezin dibe.” Ghebreyesus bang li "hemû aliyan kir ku di warê leşkerî de bi lezgînî îstîdara herî mezin nîşan bidin û xwe ji her cure kiryarên ku dikarin bibin sedema bûyerên nûkleerî dûr bixin.